Li Nîjeryayê li dijî avahiya Zanîngehê êrîşa bi xwîn
Li Nîjeryayê li dijî avahiya Zanîngehê êrîşa bi xwîn
Li Nîjeryayê li dijî avahiya Zanîngehê êrîşa bi xwîn
Li bakurrojhilatê Nîjerya li Zanîngehekê êrîşa bi çekan pêk hat. Di encama êrîşê de bi dehan xwendekaran jiyana xwe ji dest dan.
Li Zanîngeha dewletê ya li eyaleta Yobe ya li herêma Gûjba'yê, ku hezar xwendekar lê perwerdeyê dibînin, nîvê şevê êrîşeke çekdarî rû da.
Li gorî zanyariyên herêmî, komek kesên ku di destê wan de çek hebûn, ketine nava zanîngehê û êrîşî xwendekarên di xew de kirine. Hate zanîn ku nêzî 50 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.
Di dema êrîşê de gelek ref hatine şewitandin û rayedaran di derbarê birîndaran de jî ti zanyarî nedan.
Tê texmîn kirin ku êrîş ji aliyê koma bi navê Boko Harama a ku oldarên radîkal in hatiye li darxistin.
Li herêma bakurrojhilatê Nijerya rewşa awarte heye, ji bona wê gelek caran ev koma bi navê Boko Haram ji bo ku dewletê birûxînin û li şûna wê dewleta şerîatê damezrînin, êrîşên bi xwîn li dar dixin.
Di meha Hezîranê de jî koma Boko Haram du caran êrîş kiribû û di encamê de 55 xwendevan û mamosteyan jiyana xwe ji dest dabûn.