Li nêzî Şamê teqîn: Herî kêm 20 mirî
Li nêzî Şamê teqîn: Herî kêm 20 mirî
Li nêzî Şamê teqîn: Herî kêm 20 mirî
Li herêma Vadî Barada ya nêzî paytextê Sûriye Şamê ku di bin kontrola komên çekdar de ye wesayîtekî tejî teqemenî teqiya û herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nava van de zarok jî hene.
Li gorî Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye da diyarkirin ku, wesayîtekî tejî teqemenî li nêzî mizgefta Ebû Zeyd ya li herêma Vadî Barada yak u 40 km dikeve bakûrê rojavayê Şamê û di bin kontrola komên çekdar de ye teqiya. Hate ragihandin ku, di teqînê de 3 jê zarok herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
Ajansa nûçeyan ya fermî ya Sûriyeyê Sana îdiakir ku, dema ku “terorîstan” xwest bombeyan di wesayîtê de bicih bikin teqiyaye û weke “Terorîst û sivîl mirin” nivîsand. Hate ragihandin ku, di nava miriyan de zarokek 7 salî jî heye û piraniya wan giran 30 kes jî birîndar bûne. Hinek çavkanî dibêjin 30 mirî û 100 birîndar hene.
Herêma Vadî Barada di destê komên çekdar de ye. Lê belê li gorî Mala Çavdêriyê, artêşa girêdayî Beşar Esad li derdora vî bajarî bicih bûye.
Weke din jî li gorî Sana’yê, di encama kemînên ku hêzên hikumetê li derdora Şamê danîne, herî kêm 40 endamên komên çekdar hatine kuştin. Mala Çavdêriyê jî da diyarkirin ku, li devera binavê Otebe ya 30 km dikeve rojhilatê paytext, di encama pevçûnên rûdayî de herî kêm 26 “serhildêrên biyanî” hatine kuştin. Hêzên hikumetê di nîva rojê de jî bajarê Hatîtat el Turkmen jî girtîbûn dest.
JI BO HER YEK ŞERVANÊN BIYANÎ XELAT
Di vê navberê de hate îdiakirin ku, li Sûriyeyê ji bo kuştina şervanên biyanî xelat hatiye danîn. Li gorî nûçeya Dengê Rûsyayê, rêveberiya Sûriyeyê ji bo kuştina her şervanek biyanî dê 500 hezar lîreyê Sûriyeyê bidin (nêzî 30 hezar dolar).
Hate diyarkirin ku, dê van pereyan bidin hemwelatiyên ku ji bo girtina şervanên biyanî ên di nava muxalefeta çekdar de şer dikin. Li Sûriyeyê li dijî hikumetê gelek leşkerên biyanî ên bipere an jî cîhadvan ji 80 welatên cûda hatine.