Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê kermes
Li bajarê Elmanya Essenê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo danasîna çanda Kurd kermes tê lidarxistin.
ANF
ESSEN
yekşem, 3 gulanê 2015, 07:08
Kermesa li hewşa saziyê tê lidarxistin û xwarin û kincên gelêrî yên Kurdan tên nîşandan, ji aliyê Elman û Kurdan ve tê ziyaretkirin. Kermes a ku li eleqeyeke mezin rast tê, wê îro biqede.
Li kermes a ku xwarinên ji gelek herêmên Kurdistanê lê tên nîşandan, herî zêde 'Nanê Sêlê' yê ji aliyê jinan ve tevî hewa germ jî tê lêxistin balê dikşîne. Li kermesê gelek celebên şêrînahî, ecîn, çarikên bi dest neqişandî û xêlî jî hene.
Li standeke li Kermesê jî Kûrani Kerîm a bi Kurdî û Mewlûda bi Kurdî hene.