Li Misrê xebatkarên El Cezîrê hatin girtin
Li Misrê xebatkarên El Cezîrê hatin girtin
Li Misrê xebatkarên El Cezîrê hatin girtin
Di operasyona hêzên ewlehiyê yên Misrê ya di dijî xebatkarên televîzyona El Cezrê de 4 hatin girtin. Di nava wan de şefê buroya kanalê televzîyonê yê Qahîrê jî heye.
Polîsên Misrê, roja Şemiyê li dijî xebatkarên El Cezîrê ji ber sedema bi rêxistina Biratiya Misilman re “Civînên îlegal kirin” û “Nûçeyên nerast weşandin” operasyonek lidar xistin.
Di encama operasyonê de 4 kesên hatin binçavkirin, hatin girtin. Di nav de Şefê El Cezîrê yê Qahîrê Mihemed Fadel Fehmî û nûçegihanê BBC’ê yê berê Peter Greste jî hene, bi sûcên têkila wan bi Biratiya Misilman yên ku wek “Rêxistina terorê” hatin îlan kirin hene û û di otelekê de hevdîtin kirin tên sûcdarkirin.
Wezîrê Karên Hundir di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya Facebookê kirî de diyar kir ku ji ber sedema “ziyandayîna parastina neteweyî” û “nûçeyên ne rast” weşandin kamera û alavên tomarkirinê yên nûçegihanan hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku du rojnamevanên din ên El Cezîrê yên hatin girtin Rojnamevan Baher Mihemed û kameraman Mihemed Fevzî ne.
Peter Greste berî niha ji Reuters û CNN nûçegihantî kiribû. Di sala 2012’an de bi dokûmantereke BBC Panorama ya li ser Somalî hêjayî xelatê hatibû dîtin.
Komîteya Parastina Rojnamevan dabû xuyakirin ku di sala 2013’an de li Misrê 6 rojnamevan hatine kuştin. Komîteyê destnîşan kiribû ku di 2013’ande 211 rojnamevan hatine girtin.