Li Misrê Birayên Misilman daketin qadan
Li Misrê Birayên Misilman daketin qadan
Li Misrê Birayên Misilman daketin qadan
Li Misrê îro bi slogana “Îna Redkirinê” bi hezaran kes li dijî derbeya leşkerî û binçavkirinan daketin qadan.
Îro bi hezaran kes li dijî ji text anîna xwar ya Mihemed Mûrsî ji aliyê leşkeriyê ve û piştî wê pêlên binçavkirinê ên dijî Birayên Misilman daketin qadan.
Li Qahîreyê çalakvanên ku di Mizgefta Rabaa El Adawiy a li Nasr City kombûn, bi banga mela ji bo “Mûrsî vegere” û “dawî li şikestinên di navbera wan û artêşê de were” dua kirin.
Hinek çalavaka kamp danîn û biniyetin çalakiya protestoyî berdewam bikn. Artêşê jî bi wesayîtên zirxî hêz veguhest herêmê. Beriya vê noqteyên leşkeriyê hatibûn rakirin. Li Gîze ku dikeve başûrê Qahîreyê jî bi hezaran kesên ku di nav de jin jî heyî meşiyan.
Hêzên Îslmaî ên di binya “Baskê Netewî ê Parastina Meşrûiyetê” hatin gel hev, her wiha alîgirên serokê şoreşê bang kiribû ku, ew dê li Înê li dijî derbeya leşkerî xwepêşdanekî “aştiyane” pêkbînin.
Li ser Qahîreyê balefirên şer difirin û Wezîrê Navxweyî hişyarî kir ku, ên tevlîheviyê bikin dê tund mudaxele bikin.