Li Misrê 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Misrê 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Misrê 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Misrê, di pevçûnên navbera alîgir û dijberên Mûrsî yên piştî derbeya leşkerî de, herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 300 kes birîndar bûn.
Li dû banga "Li dijî derbeyê li ber xwe bide" ya Birayên Misliman, di navbera alîgir û dijberên Mûrsî pevçûnên giran derketin.
Yek ji cihê lê pevçûn derket, Pira 6'ê Cotmehê ya li nêzî Qada Tehrîrê bû. Pevçûna li vê derê bi kevir û fîşekên hewayî bi saetan dewam kirin û piştî maşînên zirxî yên leşkerî derketin ser dikê, pevçûn bi dawî bû.
Wezarata Tenduristiyê ya Misrê der heqê pevçûnên li paytext Qahîreyê de rû dan daxuyaniyek da û diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 250 kes jî birîndar bûne.
Li bajarên Îskenderiye û Suveyşê jî, pevçûnên navbera alîgir û mûxalîfên Mûrsî, heta derengiya şevê dewam kirin. Di encama pevçûnên li paytext Qahîre û gelemperiya welêt de, herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, bi tenê li bajarê Îskenderiyeyê di pevçûnên heta derengiya şevê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes birîndar bûn.
Li bakurrojhilatê Misrê, li bajarê El Arîş ê li Nîvgirava Sînayê 5 polîs hatin kuştin. Li Suveyşê jî alîgirên Mûrsî xwestin li ber avahiya Walîtiyê çalakiya rûniştinê lidar bixin. Lê belê, li vê derê jî di navbera alîgir û dijberên Mûrsî de pevçûn derket û kesekî jiyana xwe ji dest da.