Li Meksîkayê encamên lehiyê her diçe giran dibe
Li Meksîkayê encamên lehiyê her diçe giran dibe
Li Meksîkayê encamên lehiyê her diçe giran dibe
Li Meksîkayê hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe. Heta niha cesedê 47 kesan hatin dîtin. Li Acapûlco jî 2 hezar tûrîst bi rêya hewayî hatin veguhastin.
Meksîka di bin bandora du bageran de ye. Bagera tropîkal Manûel li rojavayê welêt, bagera Îngrîd jî li rojhilat welêt bi bandor e.
Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, li gelek herêmên welêt jiyana rojane bi temamî teviziye. Bi deh hezaran mirovan cih û warên xwe terikandine û xwe li stargehên lezgîn girtine.
Li eyaletên cuda yên welêt, gelek kes ji ber malên wan di binê avê de mane jiyana xwe ji dest dan. Bi tenê li Acapûlco 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hemû rêyên diçin Acapûlco, ji ber hezazê hatine girtin. Artêşa Meksîkayê ji bajarê di binê lehiyê de maye, zêdeyî 2 hezar tûrîst bi rêya hewayî veguhast. Lê belê hînê bi hezaran xwecih û tûrîst ên li bajêr li benda veguhastinê ne.