Li Marsîlya û Hamburgê jinên kurd edalet xwestin
Li Marsîlya û Hamburgê jinên kurd edalet xwestin
Li Marsîlya û Hamburgê jinên kurd edalet xwestin
Li bajarê Fransayê Marsîlyayê û bajarê Almanyayê Hamburgê jinên Kurd carek din bûyera Parîsê şermezar kirin û xwestin bûyer bê rûnîkirin.
Wek her hefte vê çarşemê jî li gelek bajarên Ewrûpayê çalakiyên “Em edaletê dixwazîn” pêkhatin.
Li Marsîlyayê li Navenda Çanda Mezopotamyayê derdora 6o jinên Kurd yên di destê wan de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez heyîn kombûn û heya walîtiyê meşiyan. Çalekiya ku di roja 260’ê ya qetliamê de hatî kirin de bi dovîzên li ser “heya niha kujer diyar nebûne û hîn nehatine darezan din” nivîsîn prodesto kirin.
Jinan li ber avahiya Walîtiyê pankarta “Heya kujer neyên dîtin hûn şirîkîn” û “ Em edaletê dixwazîn” vekirin.
Li bajarê Almanyayê Hamburgê ji bo sê jinên şoreşgerên ku di 9’ê Îlonê de li Parîsê hatîn qetilkirin bi daxwaza edaletê dixwazin mitîngek hat lidarxistin.
Miting dibin banê Meclisa Jina a Rojbîn de li taxa Alton ya cara 32’emîn pêk hat.
Di mitîngê de li ser navê miclisê daxuyaniyek hat dayîn hat. Di daxuyaniyê de helwesta Fransayê ya ku 7 heyvîn li ser bûyerê re derbas dibe hin tiştek nekiriye hat şermezar kirin.