Li Marsê ji texmînên ku tên kirin zêdetir av heye

Li Marsê ji texmînên ku tên kirin zêdetir av heye

Di daxuyaniya NASA’ yê ya ji bo Kovara Amerikan Sicienceyê tê destnişan kirin ku di encama xebatên robot Curiosityê gerok de ji pêşbiniyên ku di hatin kirin hîn zêdetir av li Marsê hatiye dîtin.

Xebatkarê Laboratuara  Marsê ya lêkolînê û lêkolînvanê  Rensselaer Polytechnic Institute yê Laurie Leshin, da diyar kirin ku li Marsê rêjeya avê ji sedê 2’ye û got: "Li gorî lêkoninên destpêkê yên Curiosity yên di derbarê  eşantiyonê de encamên herî giring li ser marsê rêjeya avê zêdeye.”

Leshin da diyar kirin ku lêkonin didin diyar kirin ku germahiya  eşantiyonê  835 celsius pileye û wiha got: “Di vê germahiyê de, yekgirtina bihara avê, karbodioksit(CO2) û Kıkurt derket”

  Leshin da diyar kirin ku wê ev yek pêşerojê de sodê bigihîne Marsê û wiha anî ziman: “Yek merte dam koma Marsê di çend sed pile germî de bi hêsanî mirov dikare lîtreyek av jê der bixe.”

Leshin, got:" Ev yek nûçeyekî başe, ji ber ku di pratîkê de li Marsê li herderê mirov dikare avê bi dest bixwe.”

Curiosity  di 6’ê Tebaxa sala 2012'an de gihişt Marsê. Robotê keşfê ji bo li Marsê lêkolîn bike ka ji berê jiyan li wêderê hebûye yane, rewşa avhewayê, lêkolînên  jeolojîk, herwiha dîtina avê,  lêkolîn bike ka di pêşerojê de cihê jiyanê li ser heye û mirov di karin biçin lêkolînan bike hatibû şandin.