Li Londonê Festîvala Fîlmên Kurdî: FFKL

13’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi film, kurtefîlm û belgefîlmên ku rastiya Kurd û Kurdistanê vedibêje, hat lidarxistin.

13’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) di 23’ê Îlonê de pêk hat. Bernameya festîvala îsal jî gelek tijî û dewlemend bû. FFKL bi xebatekî kolektîf 15 jê dirêj, 15 kurt bi gîştî 31 film hatin nîşandan. Festîval bi tevlîbûna gelek derhêner, lîstîkvan û bi sedan kesan bi fîlma ‘Cîran’ bi derhêneriya  Mano Xelîl re dest pê kir.

Film li 3 eywanên cuda yên Bakurê Londonê hat nîşandan. Mjara sereke ya  filman li ser rastiya Kurd û Kurdistanê bû. Filmên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û bi jêrenivîsa bi zimanê Îngîlîzî hat nîşandan. Ji çar aliyên Kurdistanê kurtefilm û filmên dirêj hatin.

Festîval bi fîlma Ciran hat destpêkirin ku qala salên 80’î yên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike. Her wiha film û belgefîlmên derheqê çîroka jinên Kurd hat nîşandan. Di festîvalê de jina Kurd Jîna Emînî ku li Îranê hat qetilkirin bi bîr anîn. Bi taybet filmên derheqê jinan de dirûşmên ‘Jin jiyan azadi’ hatin berzkirin.

Belgefîlma Hêza ya çîroka jinek Êzidî ya di fermana 2014’an de dikeve destê DAIŞ’ê û piştî ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibe têkoşîna wê ya azadiyê vedibêje, hat nîşandan. 

Di festîvalê de fîlmên li ser Êzidiyan û qirkirina Êzidiyan jî hatin nîşandan.

Piştre fîlma Dema Dirîreşkan hat nîşandan. Fîlm di nav baştirîn fîlmên di nava festîvalê de cih girt. Temaşevanan piştî filmê bi deqîqeyan çepik xistin.

Her wiha piştre filmên ‘Traşa dibistanê’ derhêneriya Ferît Karahan, fîlma ‘Govenda Alî û Dayika Zîn’ bi derhêneriya  Mehmet Ali Konar hat nîşandan.

Di festîvalê de ji xeynî fîlmên dirêj kurtefîlm û belgefîlmên li ser Kurdistanê jî hatin nîşandan.

Belgefîlma bi navê ‘Heskîf’ ku qala qirkirina çandî ya li ser Kurdan dikir bi derhênera Ciwan Elîf Yîgît hat nîşandan.

Di nava belgefîlmên fîlman da ya herî balkêş Mother Tonque (Zimanê dayikê) ku qala nêzîkatiya li ser zimanê Kurdî dikir, bû.

Di kurtefîlman de jî kurtefîlma 13’ê Gulanê yê Tarik Tofîq Qadir, Cûdiyê Miradan a Semîha Yıldız, Ji Nûve Destpêkirin a Evîn Berazî û Sûcdar ê Serhat Karaaslan hatin ecibandin.

Her wiha di festîvalê de sînemagerê Kurd, rojnamevan Mehmet Aksoy ê ku li Reqayê şehîd bû, hat bîranîn.

Rêveberê festîvalê Ferhan Stêrk diyar kir ku mijara sereke ya festîvalê ‘lêgerîna hêvî’ ye û wiha got: “Me hewl da fîlmên herî dawî yên sînemaya Kurdî bi çîrokên cuda yên her çar parçeyên Kurdistanê bînin ba hev. Ya herî girîng ji bo me ev e ku me di festîvalê de Mehmet Aksoy jî bi bîr anî”

Stêrk anî ziman ku ew hewl didin gelek derhêner û lîstikvanan bi temaşevanan re bînin ba hev û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em di hilbijartina fîlman de bi perspektîfa derhêneran tevdigerin. Di fîlman de qala rastiya Kurd û Kurdistanê hat kirin. Di dema hilbijartina fîlman de me girîngî da temsîla herêmî û cihêrengiya çîrokan.”