Li Lîbyayê keştiya penaber tê de bû qulipî
Li Lîbyayê keştiya penaber tê de bû qulipî
Li Lîbyayê keştiya penaber tê de bû qulipî
Li derya Lîbyayê drameke mirovahiyê ya nû tê jiyîn. Penaberên ji Afrîkayê dixwestin bên Ewropayê keçtiya wan qulîpî û bi dehan Afrîkayî wenda bûn. Rayedarên Lîbyayê diyar kirin ku di nav de jin û zaro jî hebû 36 kes xilas kirine. tê texmînkirin ku nêzî 200 penaber di keştiyê de bûne.
Kolonel Eyup Kassem piştî karasetê xebatên lêgerîn-rizgariyê da meşandin û diyar kirin ku di behrê de gelek cesed dîtine, lê bo wa ya girîng eve ku canê xwe xilas bikin. Kassemê diyar kir ku ji ber ku derfetên wan kêmin nekarin cesedan ji behrê derbixin.
Kassemê got hejmara kesên di keştiyê de ne baş nizanin û nêzî 200 kes di keştiyê de bûne.
Lîbya bi taybet penaberên Afrîkayê yên ku dixwazin bên Ewropayê wek cihê derbasbûnê dibînin. Gelek panberên ji Başûr tên Lîbayayê ji bo bigihêjin girava Malta an jî Lampedusa ya Îtalyayê derdikevin rêwiya mirinê ya bi hezaran dolarî. Li gorî daneyên fermî her sal bi sedan kes, li gorî daneyên ne fermî jî bi hezaran kes Akdenîzê de dimirin.