Li Lîbyayê êrîşa xwekujî

Li Lîbyayê êrîşa xwekujî

Li Lîbyayê, li navendeke kontrolê ya 50 kîlometre dûrî bajarê Bîngaziyê di encama êrîşeke xwekujî de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedaran diyar kirin ku guman hene hejmara miriyan zêde bibe.

Ji polîsê ku di navenda kontrolê ya polîsan de erkdar Mutez El- Agurî got: “Di encama êrîşeke bi maşîneyeke bombebarkirî de 7 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.” Rayedarên polîsan ragihandin ku guman hene hejmara miriyan zêde bibe.

Tê gotin ku di nava birîndaran de kesên sivîl ên di ber navenda kontrolê re derbas dibûn jî hene. Li gorî şahidekî bûyerê, teqînê çaleke kûr vekiriye.

Berpirsekî  navenda kontrolê jî anî ziman ku wan di dawiya meha Mijdarê de 4 kesên bi çek ên ji başûrê welat dihatin, girtine. Berpirs destnîşan kir ku piştî vê girtinê ew rastî gelek gefan hatine. Berpirsyar bibîr xist ku konvoya girtiyên mijara gotinê tê de bûn jî, rastî êrîşê hatibû.