Li Kenyayê li ser kargehekê êrîş: 22 mirî

Li Kenyayê li ser kargehekê êrîş: 22 mirî

Hat ragihandin ku, li dijî kargehek ya li paytextê Kenya Naîrobî de êrîş pêkhat û di êrîşê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatine girtin, kargeha binavê Westgate ku piranî kesên dewlemend diçûnê, di demjimêrên piştî nîvro 5 kesên çekdar êrîş pêkanî. Hate ragihandin ku, kesên çekdar kesên Misilman derxistine û ên din jî gulebaran kirine.

Tê ragihandin ku, niha kesên çekdar 7 kes dîl girtine û polîsan jî navend dorpêç kiriye.

Rêxistina Es-Şebab ya îslamiyên radîkal ên Somalî beriya vê jî gef li Kenya kiribûn, ger leşkeran bişîne Somaliyê dê êrîşî vê navenda kargehê bikin. Têkildari êrîşê rêxistina Es-Şebab daxuyanî nedaye.