Li Keçî Bûrcû ya Amedê ‘Qîrîna Bêdengiyê'
Antoine Agoudjian ê welatiyê Fransa û bi eslê xwe Ermenî, pêşangeha wêneyan a bi serenavê "Bêdengiya Qîrînê, Şopên Bîranîneke Ermenî" li Keçî Bûrcû ya Amedê vekir.
Antoine Agoudjian ê welatiyê Fransa û bi eslê xwe Ermenî, pêşangeha wêneyan a bi serenavê "Bêdengiya Qîrînê, Şopên Bîranîneke Ermenî" li Keçî Bûrcû ya Amedê vekir.
Antoine Agoudjian ê welatiyê Fransa û bi eslê xwe Ermenî, pêşangeha wêneyan a bi serenavê "Bêdengiya Qîrînê, Şopên bîranîneke Ermenî" li Keçî Bûrcû ya Amedê vekir.
Antoine Agoudjian ê 27 salan da pey şopa bîranîn û mîrasa bapîrên xwe yên sala 1923’yan xwe spartibûn Marsîlya û li Sûriye, Heleb, Gurcîstan û Ermenîstanê di wê rêwîtiyê de wêneyên Ermeniyan girt, ev bi pêşangeheke “Bêdengiya Qîrînê” anîn gel hev.
Di vekirina pêşangehê de di nav wan de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli Serokê Weqfa Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos Ergûn Ayik, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku hebûn gelek kes amade bûn.
Hunermend Antoine Agoudjian ê di vekirina pêşangehê de axivî got ku ji ber li Amedê ye kêfxweş e.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî diyar kir ku ev wêne di heman demê de wêneyên rastiya van xakan e jî.
Wê pêşangeh heta 31’ê Gulanê vekirî bimîne.