Li kampa Fîlîstîniyan a Şamê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li kampa Fîlîstîniyan a Şamê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li kampa Fîlîstîniyan a Şamê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kirin ku ji meha Îlonê ve niha li kampa Yermûk a penaberên Filistînê ya paytexta Sûriyê Şamê ji ber birçîbûnê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane
Di daxuyaniya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de bang li hêzên çekdar ên Esad û şervanên opozisyonê tê kirin ku rêyên van kampa vekin da ku alîkariya mirovî bigihê li ber destê wan.
Li ser mijarê Berdevkê Rêxistina ONERWA ya NY’ê Krîs Gonis destnîşan kir ku, rapor gihiştine destê wan ku 5 penaberên din ên Filestînê li kampa Yermûk a Şamê ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane, bi vê yekê hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştin 15 kesan.
Gonis ragihand ku her diçe rewşa mirovî li kampa Yermûk xera dibe û got: “Niha 20 hezar penaberên Fîlîstînê li kampa Yermûk asê mane, ligel nebûna xwarinê û dermanan. Her wiha ji Îlona sala 2013’an ve tîmên me nikarin derbasî kampê bibin û alîkariyên mirovî bighînin penaberan. Sedem jî ew e ku kampa Yermûk ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.”
Hikûmeta Sûriyeyê jî ragihandibû ku wê nêzî 5 hezar hemwelatiyên sivîl li navçeya Şamê Edra yê bên veguhastin. Di destpêka mehê de, navçeya Edrayê ketibû destê şervanên opozîsyonê Sûriyeyê
Kampa Yermûkê di bin kontrola opozîsyona çekdar a Sûriyê de ye. Hejmara penaberên Fîlîstînê li Sûriyê berî derketina krîzê 500 hezar hes bû, lê digel destpêkirina krîzê nîvê wan penaberan ji Sûriyê reviyan.