Li Kabîlê êrîşa xwekujî: 3 leşkerên NATO'yê mirin
Li Kabîlê êrîşa xwekujî: 3 leşkerên NATO'yê mirin
Li Kabîlê êrîşa xwekujî: 3 leşkerên NATO'yê mirin
Li paytexta Afganîstan Kabîlê, di encama êrîşeke xwekujî ya bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî konvoya NATO hat lidarxistin de, 3 leşkerên NATO'yê mirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, îro danê sibê li nêzî Sefaretxaneya DYA ya li Kabîlê teqînekê rû da. Di êrîşê de 3 leşkerên NATO mirin, 16 sivîl û leşkerekî NATO' birîndar bû. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya leşkerê birîndar, giran e.
Rêxistina sîwanî ya hêza NATO ya li Afganîstan ISAF bi daxuyaniyekê bûyer piştrast kir, lê der heqê nasnameya leşkerên mirîne de agahî neda.
Talîbanê jî daxuyanî ji ajansa re şand û berpirsyariya bûyerê girt ser milê xwe.