Li Îzmîrê goristanên elewiyan hatin rûxandin
Li Îzmîrê goristanên elewiyan hatin rûxandin
Li Îzmîrê goristanên elewiyan hatin rûxandin
Komeleyên Elewiyan li navçeya Bornovayê bertek nîşanî rûxandina goristanên elewiyan da û cîhê wan êrîşan di tu pêvanên exlaqî de nîn in, xwestin ku êrîşkar bên aşkerakirin.
Di encama êrîşan de li Taxa Naldoken a Bornova ya Îzmîrê rojek berê 20 gorên Elewiyan ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve hatin rûxandin. Dema malbat çûn ser goran dîtin ku gorên wan hatine rûxandin li ser vê bûyerê agahî dan polîsan û polîsan der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.
Komeleyên Elewiyan bertek nîşanî êrîşan dan. Serokê Komeleya Elewî Bektaş ya Îzmîrê Mustafa Aslan êrişên li dij goran şermezar kir û wiha got: "Em wan êrişan şermezar dikin. Ev êrişên ku tenê li dij gorên Elewiyên Sêwas pêk hatine mirovan dixe nava fikr û ramanan. Ev êrişên ku bi awayekî dij exlaqî li nirxên me yên arîşen (manevî) tên kirin. Cîhê wan êrişan di tu pêvanên exlaqî de nînin. Em ji ber ku 'ev êrişana li hemberî goristanên elewiyan hatin kirin' bertekên xwe nîşan nadin. Ji ber ku goristan cîhana mirovan ya arîşene û nirxên me li wir veşartîne. Ji ber wê em wan kesên ku ev êrişkirine şermezar dikin."
Aslan diyarkir ku ew dixwazin ku kesên goristan rûxandine derbixin holê û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Heta ku ev bûyer ronî nebê em li pey vê bernadin."