Li Iraqê di 7 mehan de 5 hezar kes hatin kuştin

Li Iraqê di 7 mehan de 5 hezar kes hatin kuştin

Serokê Koma Miwatîn li parlamentoya Iraqê Beyan Cebir Zûbeydî diyar kir ku di nava 7 mehên borî de li Iraqê hezar û 500 teqîn çêbûne. Zûbeydî got ku di vê navberê de hezar û 500 teqîn li tevayî Iraqê rûdane û ji ber vê sedemê zêdetirî 20 hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Beyan Cebîr Zûbeydî di daxuyaniyek ku li ser Facebooka xwe belav kirî de xwe dispêre raporên ewlekariyê yên derbarê teqînên li Iraqê de û wiha dibêje: “Di heftiyekê de rêjeya teqînan digihe 50’an û di meha Nîsana îsal de ew hêjmar kêm kir. Li gor vê yekê jî di 7 mehên borî de hezar û 500 teqîn li navçeyên cûda yên Iraqê çêbûne.” Zûbeydî derbarê hêjmara kuştî û birîndaran de jî da zanîn ku zêdetirî 5 hezar kes di nava 7 mehan de hatine kuştin û nêzî 15 hezar kesan jî birîndar bûne.