Li Hollandayê bi dehan dibistan ji ber gefa êrîşê hat girtin
Li Hollandayê bi dehan dibistan ji ber gefa êrîşê hat girtin
Li Hollandayê bi dehan dibistan ji ber gefa êrîşê hat girtin
Li bajarê Leîdeng ya Hollandayê dibistanên seretayî û navîn ji ber gefên ciddî hatin girtin. Biryara ku bandor li dehhezaran xwendekarî kir, li ser îxbara polîs a duh êvarê de ku dibe ku êrîşeke çekdarî pêk were hat girtin.
Polîs piştî ku li ser malpera înternetê tehdîteke ku ji aliyê kesekî ve hatibû bicihkirin girt, li bajar alarm da. Nehat zanîn ku kîjan dibistan di hedefa êrîşa çekdarî de û j ber vê biryar hat girtin ku hemû dibistanên navîn û seretayî bi awayekî demborî bê girtin.
Polîs daxuyaniyek da û ev biryar ji aliyê şaredar, dozger, polîs û dibistanan ve hatiye dayîn.
FORMA ÎNTERNETÊ
Ji şaredariya Leîden berdevkekî, diyar kir ku girtina dibistanan ji ber tehdîda kul i ser forma înternetê ya 4chan a îngîlîzî hatiye girtin. Kesekî ku nasnameya wî nayê zanîn li ser înternetê wiha nivîsîv; Ez sibê li mamosteyê xwe û heta ku karibim dê li xwendekaran bixim. Dema ez bikevim dibistanê, dê liser min nameyeke ku sedema bûyerê vebêje, hebe.”
Şaredar Henrî Lenferînk jî diyar kir ku îxbara ku mijara gotinê ye, ji polîsê Zurîhê hatiye û got ev malpera înternetê jî malpereke Amerîkayê û ji ber FBÎ nehatiye agahdarkirin.
Li ser vê nûçeyê ji 20’an zêdetir dibistan hatin girtin.