Li Herêma Xweser a Ûygûr 8 kes hatin kuştin
Li Herêma Xweser a Ûygûr 8 kes hatin kuştin
Li Herêma Xweser a Ûygûr 8 kes hatin kuştin
Li Herêma Xweser a Sîncan Ûygûr a Çînê, di encama êrîşeke li hemberî qereqola polîsan a li bajarokekî bajarê Kaşgarê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku bûyer îro danê sibê saet di 06:30 de rû daye.
Li gorî agahiyên ajansên nûçeyan ên fermî yên Çînê, komeke ji 9 kesan êrîşî qereqoleke polîsan a li bajarê Kaşgarê ya li Herêma Xweser a Sîncan Ûygûrê kirine.
Ajansa Nûçeyan a Herêmê Tîenşan ragihand ku kêr di destê hin ji êrîşkaran de bû û wesayîteke polîsan hatiye şewitandin. Hat diyarkirin ku hêzên emniyetê li ser vê yekê gule reşandine û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, gumanbarek jî hatiye binçavkirin.
Polîsan der heqê qewmiyeta êrîşkaran de agahî neda. Lê belê li herêmê nifûseke zêde ya Tirkên Ûygûr dijîn.
Li bajarê Kaşgarê di 17'ê Kanûnê de di encama pevçûneke navbera polîs û gel de 2 jê polîs bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Sîncanê pevçûnên herî dijwar di Tîrmeha sala 2009'an de rû da. Di pevçûnên navbera Ûygûrî û Çîniyên Han ên li herêma Ûrûmçî de 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 1700 kes jî birîndar bûbûn.