Li hemberî TRT-6 nerazîbûna hunermendên Kurd

Li hemberî TRT-6 nerazîbûna hunermendên Kurd

Yekem kanala bi zimanê Kurdan heqaretê li Kurdan dike TRT-6 li hemberî hemû nerazîbûnên hunermendên Kurd, bi berdewamî klîbên hunermendên Kurd diweşîne. Piştî hunermend Çopî Fetah nerazîbûn nîşanî TRT6'an da, niha jî hunermenda kurd Lorîn Berzencî jî diyar kir ku ew destûr nade vê yekê xwest TRT6 bêyî destûra wê klîbê wê neweşîne.

Hunermenda Kurd Lorîn Berzencî gelek caran ji wê hatiye xwestin ku ew beşdarî TRT-6 bibe, lê belê wê vê yekê red kiriye û got: “. Ez beşdarî karê kanala ku min, miletê min û zimanê min bindest û sansor dike nabim."

Berzencî derbarê mijarê de ji DÎHA’yê re aixvî û got: “"Her wekî hunermenda hêja Çopî gotî, ji min jî bi kêmanî 4 yan 5 caran hatîye pirsîn ku beşdarî bernameyên TRT 6 bibim û ji min hatîye pirsîn jî eger ez dixwazim li wê derê kar bikim û bernameyan pêşkêş bikim. Xwuyaye ku kurdin ji derveyê welat û hem ji Swêdê jî hene yên çûne wêr û li wê derê kar dikin. Lê bersiva min her car na bû. Ez beşdarî karê kanala ku min, miletê min û zimanê min bindest û sansor dike nabim."

Hunermend Lorîn Berzencî, da zanîn ku dê û bavê wê ew li ser hestên welatparêzîyê û kurdperwerîyê mezin kiriye û wiha berdewam kir: "Ji ber bîr û bawerîyên wan em ji welatê xwe dûr û xerîb bûne. Îca çawa hûn dikarin vê pirsê ji min bikin?" Lorîn di berdewama gotnên xwe û wiha axifi: "Lê diyare bi rêvebirîya TRT 6 û karmendên wan baş fêm nekiriye û her bê destûra min muzîk û klîpên min danîne ser. Eger ez nexwazim beşdar bibim, çawa dibe ku berhemên min biweşînin?

Piştî bi vê yekê agehdar bûm, min peywendî bi şirketa Stim re danî, şîrketa mafê dengbêj û hunermendan li Swêdê û di Ewrûpayê de hem nûnerî û hem jî diparêze û Stim, xwedî peywendî ye li gel şîrketên mîna wê di Tirkîyeyê de. Li ser daxwaza min niha lêkolînek der barê vê rewşê vebûye. Ez jî niha a li benda bersivdana Stimê me.”

Herî dawî hunermenda Kurd Çopî Fetah cara duwemîn TRT 6 hişyar kiribû. TRT 6 wekî gelek hunermendên kurd, klîbên hunermend Çopî jî, bê destûra wê diweşîne û korsaniyê dike. Hunermend Çopî Fetah nerazîbûn nîşanî vê korsaniya TRT 6'ê da û anî ziman ku, tevî hişyariyên wê, ev televizyon dîsa jî klîbên wê diweşîne.

Hunermenda Kurd Çopî Fetah diyar kir ku ew ê li hemberî vê korsaniya TRT 6 serî li dadgehê bide û tazmînata bigire jî, wê bide penaberên li Rojavayê Kurdistanê.