Li Helebê ji ber balafirên rêjîmê 9 sivîl hatin kuştin

Li Helebê ji ber balafirên rêjîmê 9 sivîl hatin kuştin

 Balafirên şer ên Sûriyê taxa Ensarî ya Helebê bombebaran kir. Di encamê de zarok jî dinav de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin balafirên şer ên rêjîmê taxa Ensarî bombebaran kir. Hate gotin ku di encama bombebarê de 3 zarok û jinek jî dinav de 9 kesên sivîl jiynan xwe ji dest dan. Her wiha helîkopterên rêjîmê herêmên bajaroka Bab a Helebê gulebaran kir. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encamê de hin welatî birîndar bûne. Li bajaroka Meskene jî di navbera komên çekdar ên Artêşa Azad û komên çekdar ên DAIŞ'ê pevçûn rûdan. Hate zanîn ku di encama pevçûnan de 12 çekdar ji herdû aliyan hatin kuştin.

Çavkaniyan ragîhandin ku li taxa Bustan El-Qesir a Helebê hin sivil bûn hedefa qernasên rêjîmê û di encamê de jiyana xwe ji dest dane. Duh êvarê li taxa Şêx Seîd a Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê derketin. Hate gotin ku kuştî û birîndar ji herdû aliyan çêbûne.

Pevçûnên di navbera alîgirên rêjîmê û hêzên muxlefetê ku li derdora nexweşxaneya Kindî dewam dikin. Di heman demê de balfirên şer ên rêjîmê bajaroka Hirêtan bombebaran kir. Derbarê encama bombebaranê tu agahî ne hatin bidestxistin.Her wiha li rojhilatê Helebê jî di navbera komên çekdar ên DAIŞ'ê û endamên tabûra Miseeb Bin Emeyir a girêdayî Artêşa Azad derketin, hate gotin ku di van pevçûnan de 5 endamên DAIŞ'ê û 7 endamên tabûra Miseeb Bin Emeyir hatine kuştin.