Li Helebê di encama êrîşan de 13 kesan jiyana xwe jidest dan

Li Helebê di encama êrîşan de 13 kesan jiyana xwe jidest dan

Hate zanîn di encama bombebarana balfirên şer ên rêjîma Sûriyê ku li dijî taxa El-Şear ya bajarê Helebê pêk hatibû jin û zarok jî di nav de 13 kesî jiyana xwe jidest dane.

Li gorî ahgahiyên ji malpera çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan hejmara kesên di encama bombebarana taxa El-şaear a Helebê derkete 13'an. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku di nava qurbaniyan de 2 zarok, ciwanek û jinek jî hebûn. Hate ragîhandin ku 4 kesên din jî ku ji ber teqînê birîndar bibûn jiyana xwe jidest dane, lê ev agahî ne hate piştraskirin. Hate diyar kirin ku li derdora Mizgefta Hesen û Hisên a li taxa Meadî ya Helebê jî bombebaran pêk hat û di encamê de kuştî û birîndar çênûne, lê hejmar nehat zanîn.

Li aliyê din balafirên rêjîmê derdora girtîgeha navendî ya Helebê bombebaran kir. Li ser encama bombebaranê de agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

Hêjaye gotinê ye duh ji ber bombebarana balafirên şer ên rejîma Sûriyê 70 kes jiyana xwe jidest dabûn. Her wiha şerê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsiyonê de dijwar dibin.