Li gorî encamên hilbijartinê ên Almanyayê CDU li pêşe

Li gorî encamên hilbijartinê ên Almanyayê CDU li pêşe

Li gorî encamên destpêkê ên hilbijartinên giştî yên îro li Almanya pêkhatin, Partiya Demokrat ya Xiristiyanan sedê 42’ê dengan girt û bû yekemîn.

Li gorî encamên destpêkê ên di demjimêr 18’an de hatin aşkera kirin, partiya CDU sedê 42 deng standin. Sosyal Demokratan bi sedê 25.5 dengan bûn duwemîn, Partiya Çep sedê 8.5, ya Keskan jî sedê 8.5 deng girtin.

Di hilbijratinan de tişta herî zêde dihate mereqkirin ka dê Lîberal benda hilbijartinê derbaz bikin yan na. li gorî encamên destpêkê FDP’ê sedê 5 deng standine.

Li eyaleta Hessen jî gel hem ji bo Bundestag û hem jî ji bo hilbijartina Parlementoya Eyaletê diçin ser sindoqan. CDU ku ji sala 1999’an ve yan bitena serê xwe yan jî li gel FDP koalîsyonê çêdike û eylatê birêve dibin, hewil dide winda neke. SPD jî piştî 14 salan hewil dide bête desthilatdariyê. Ji sala 2008’an ve Die Linke ku li Hessenê tê temsîlkirin, armanc dike ku ji sedê 5’ê bendê derbaz bike û bikeve meclisê.