Li Girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan berdewam dike
Li Girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan berdewam dike
Li Girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan berdewam dike
Heyeta ÎHD'ê ji ber binpêkirina mafan bi girtiyên Girtîgeha Tîba M a Ermenekê re hevdîtin pêk anî û şandeyê diyar kir ku, bin pêkirina mafan berdewan dike.
Di demên dawî de her dem bi binpêkirina mafan tê rojevê. Ji ber ku li girtî ji Girtîgeha Tîba M a Ermenekê bi gilî û gazinê bûn, şandeya Şaxa ÎHD'ê ya Konyayê çûn Girtîgeha Tîba M a Ermenekê hevdîtin bi girtiyan re pêk anî û şandeyê diyar kir ku bin pêkirina mafan hêj berdewan dike.
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Konyayê Orhan Adiyan, Parêzer Mustafa Turan û Envet Kuçukyildiz di şandeyê de cîh girt. Piştî hevdîtina bi girtiyan re Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Konyayê Orhan Adiyan di derbarê hevdîtinê de agahî dan û diyar kir ku, li girtîgeha Ermenekê 27 girtiyên siyasî dimînin û ji ber ku girtî sala par ketin gireva birçîbûnê rastî kiryarên kêfkarî tên. Adiyan anî ziman ku di nivîngehan de lêgerîn tê kirin û ji ber lêgerîna ji aliyê rêveberiya girtîgehêve cezayên kêfkarî yên dîsîplînê tê dayîn û wiha got: "Di hevdîtinên ku me kir de girtiyan balkişand ser alev û navgînên ku 3-4 salin bikartînin ji aliyê rêveberiya girtîgehêve bê ku tu hîncetan destnîşan bikin tên girtin deman ku kesên ku li hemberî wan derdikevin ji rastî cezayên hûcreyan tên me ev tişt peytand. Dema hevdîtina girtiyan ya hevpar jî ji 3 rojan xistine 1 rojî ev yek nay qebulkirin. Rêveberiya girtîgehê cîhê ku pirsgirêkan çareser bike heman rêbazan bikar tînin."
Adiyan balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku Nezîr Dayan ji ber pirsgirêka wî ya bêhîn standinê û dil heye her dem sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Karamanê tê kirin lê bi rêk û pêk nay derman kirin şunve tê şandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Derman kirina Nezîr Dayan weka girtiyên nexweşyên dinê nikare di bin şert û mercên girtîgehê de bê derman kirin. Pêwîstê girtîyên nexweş serbest bê derdan."