‘Li Girtigeha Kiriklarê pêkanînên dijmirovahî pêktên’

‘Li Girtigeha Kiriklarê pêkanînên dijmirovahî pêktên’

Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1-2, Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, diyar kir ku li girtîgeha Kiriklarê pêkanînên li dijî mirovahiyê pêk tê.

Li Girtîgeha Tîpa F a hêjmar 1-2 ya Kiriklarê zext û zorên li ser girtiyan berdewam dikin. Endamên TAY-DER'ê ya Îzmîrê bi boneya balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, li gel malbatên girtiyan li avahiya BDP'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, Serokê TAY-DER'ê yê Îzmirê Dunyamalı Ariç endam û rêveberên TAY-DER'ê ya Îzmirê amade bûn. Serokê TAY-DER'ê ya Îzmirê Dunyamalı Ariç, diyar kir ku gelek girtiyên rewşa wan pir giran hêj li girtîgehê tên hiştin û lazim e lezgîn serbest bên berdan.

Di civînê de parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelik jî diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 û 2 yên Kiriklarê li ser girtiyan zext û zordarî berdewam dikin. Çelîk, anî ziman ku li girtîgehê girtiyên PKK û DHKP/C'ê hene û wiha got: "Li Kiriklarê li ser girtiyên siyasî pêkanînên gelek dijwar hene. Dewlet bi hişmendiya girtiyan islah û terbiye bike nêzî girtiyên siyasî dibin. Wekî mirovan nêzî girtiyan nabe û pêkanînên dijmirovahî hene.

Çelîk, destnîşan kir ku li girtîgehê ji ber ku girtî bi zimanê zikmakî diaxivin telefon li ser wan tê qutkirin û wiha berdewam kir: "Her roj rojnameya rojane ya Azadiya Welat hilnadin hundir. Rojnameyên kurdî li ser ruyê girtiyan dixin. Mafê girtiyan yê hevditinê hefteyê 10 saetan dadixin 3 saetan. Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku li vir lêkolîn bike û vê rewşê rast bike."