Li Fînlandiyayê hefteya çanda Kurdî hate lidarxistin

Bi minasebeta hefteya çanda Kurdî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çend çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.

Di 1’ê Cotmehê de li bajarê Oulu êvareke muzîk û govend û her wisa îmzakirina pirtûka hunermend Cewad Merwanî ya arşîva stranên radyoya kurdî ya Êrîvanê hat lidarxistin. Êvara 3’ê Cotmehê jî li Helsînkî dîsa bi beşdarbûna çendîn hunermendan şevek çandî hate lidarxistin.

Hunermend Cewad Merwanî dîsan bi dengê xwe û pêşkêşkirina pirtûka stranên Kurdî ya giranbiha reng da şevê. Hunermendên din yên mûzîkê Kardo Şêxo, Piştîwan Ubeyd jî bi dengê xwe şeva çand û huner dewlemend kirin.

Li şeva çand û hunerê axaftin li ser xebatên radyoyên Kurdî û girîngiya parastina muzîka Kurdî û xebata bo wê tê dayîn hatin kirin ji alîyê Cewad Merwanî û lêkolînerê mûzîka kurdî Hêmin Osman û hunermend Reşîd Feyzînecat. Hunermendê Rojhilatê Kurdistan Reşîd Feyzînicad her wisa bi rêya vîdeo tevlî bernameyê bû. Nivîskar û hozanvanê rojavayî Erdelan Ebdo her wesa tevlî bernameyê bû û behsa xebata xwe ya hunerî û pirtûka xwe ya bi navê "Dema mirî dimirin" kir.

Endamê Grûba parlamenterên dostên gelê Kurd ji koalîsyona çep a Fînland Paavo Arhinmäki beşdarî şevê bû û mesajên girîng dan bo. Li şevê bi însiyatîfa jinan xwarinên klasîkî yên herêmên cuda cuda yên Kurdistanê (kutilk) amade kiribûn û pêşkêşî mêvanan hate kirin.