Li Fankfurtê fuara alternatîf

Li Fankfurtê fuara alternatîf

Fuara Pirtûkan a Navnetewî ya Frankfurtê duh vebû. Komên demokrat û çepgir jî di bin navê şahiya fuara alternatîf ya bi navê ‘Gegen Bushmasse’ de hatin cem hev. Di şahiyê de li Bakurê Kurdistanê xweseriya demokratîk hate nîqaşkirin.

Kampanyaya Kurdistana Tatort li Raumstatîon şeva xwendinê organîze kir û ji pirtûka bi navê ‘LÝ Bakurê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk’ (Demokratische Autonomie in Nord Kurdistan) hinek baş hatin xwendin. Pêşkêşiya bernameyê aktîvîst Bîanca Wînter û Ivan kir. pirtûka ji 6 beşan pêk dihat xwendina wê hat kirin û nîqaş hatin meşandin. Di dema xwendinê de pêşangeha dîa ya ji wêneyên Kurdistanê pêk dihat hate nîşandan.

Pirtûka bi navê Xweseriya Demokratîk, ji lêkolîneke du hefteya ya li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê ekîbeke ji 12 kesan ku ev jî ji aktîvîstên Kampanyaya Tatort Kurdistan a di cotmeha 2011’an de li Almanyayê hatiye avakirin pêk tê.

Di pirtûkên de encamên bandora Xweseriya Demokratîk ya li ser jiyanê hatiye dest girtin û bi roportaj û lêkolînan piştgirî tê dayîn. Ev pirtûka ku Tatort Kurdistan û ISKU’ê derxistiye çapa wê Weşanxaneyên Mezopotamya pêk aniye.

Gegen Buhcmasse ku ji bo ku fikra rexneyî qadekî armanc dik, ji aliyê însiyatîfi platform, komên demokratîk û komên çep tê organîzekirin. Di çarçoveya fuara alternatîf ya ku dê heta 14’ê mehê bidome de li Club Voltaire, Cafe ExZess, Raumstation dê şahiyên cur bi cur bên lidarxistin.Agahiyên berfireh dikare ji vê navnîşanê bê girtin. www.gegenbuchmasse.de.