Li Ewropayê germa zêde didome

Li Ewropaya Rojava germa zêde hem dike ku mirov xwê bide û hem jî mirov ditirsîne. Li Spanya sê kes ji ber ku germa li wan xist mirin.

SPANYA

Hate ragihandin ku li Spanyayê vê heftiyê ji ber germa zêde 3 kes mirin. Diyar bû ku kesê dawî yê mirî li Barselona yekî  bê mal bûye û ji ber germê lêxistiye miriye. Her wiha karkarekî Nîjeryayî dema ku dixebitî û yekî 78 salî dema ku li ser baxçê xwe bû ji ber germa zêde mir. Înê germahî bûbû 44 pîleyan.

PORTEKÎZ

Li Portekîzê Alvegayê germa bû 45.2 pîle. Li başûrê welêt jî giha 40’î. Ji bo Şemiyê ji bo başûr û bakurê welêt, li 11 navçeyan alarma sor hate dayin.

SWÊD

Piştî 250 salî Swêd Tîrmeha herî germ dît û germa, di meha Tebaxê de jî dom kir. Germahî niha 30 pîle ye. Vê germahiyê li Swêdê rê li ber guherînên coğrafik vekir. Cihê herî bilind ku qeşayî bû heliya. Serikê başûr ê Kebnekîseyê ya Arktîkayê Tîrmehê 14 sanîtîmî kêm bû. Wiha serikê bakur ê latî yê Kebnekaîseyê ji serikê başûr derba bû.  Serikê bakur ji ber sedema helîna serikê başûr bi 2096.8 metreyî bû cihê herî bilind yê Swêd.

ÎTALYA

Li Îtalyayê destpêka heftiyê li Sardînya û bakur germa bû 40 pîle û piştre bû 35. Parastina sivîl av li turîstan belav kir. Di qada çandiniyê de çelek jî ji germê hîkar dibin. Sendîkaya Çandinîvên Netewî Coldîrettî got hilberandin şîr 15 ji 100’î kêm bûye.

Li Avûstûrya, Belçîka û Fransayê jî heman rewş tê jiyîn. Li gelek welatan bi salan e germa wiha nehatibû dîtin.