Li Elmanyayê nîqaşên kontrola sînor didomin

Li Elmanyayê nîqaşên kontrola sînor didomin

Nîqaşên der barê kontrola sînoran ku ji aliyê şirîkê koalîsyona Elmanya Serokê CSU Horst Seehofer hatin destpêkirin, didomin. Seehofer ê xwest ji bo sînorên welêt ji derbasbûna penaberan re bê girtin divê hê zêdetir bên kontrolkirin, rastî bersiva neyênî ya Wezareta Karên Hundir hat.

Şirîkê biçûk ê hikûmetê Serokê Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) û Serokwezîrê Eyaleta Bvyera Horsy Seehofer ji ber hejmara penaberên tên Elmanya zêde bûne Îtalya sûcdar kiribû, xwestibû Peymana Schengen bê betalkirin.

Seehofer, ji bo hatina penaberan bê astengkirin xwestibû li sînorên dewletên Yekîtiya Ewropa (YE) kontrol bên zêdekirin. Seehofer gotibû ku dixwaze tedbîrên li ser sînorên Elmanya zêdetir bibin.   

Hikûmeta Federal bersivek erênî da nîqaşên ku Horst Seehofer dan destpêkirin. Di daxuyaniya ji aliyê berdevkekî Wezareta Karên Hundir a Federal, hat ragihandin ku daxwaza serokê CSU nikare pêk bê. Berdevkê wezaretê, diyar kir zêdekirina kontrola li ser sînoran tenê di rewşên ‘ewlekarî û tehdîta li ser pergalê’ de mimkun e.