Li Efrîqa Navîn di nava hefteyekê de zêdetirî 600 mirî
Li Efrîqa Navîn di nava hefteyekê de zêdetirî 600 mirî
Li Efrîqa Navîn di nava hefteyekê de zêdetirî 600 mirî
Li gorî Neteweyên Yekbûyî di pevçûnên li Efrîqa Navîn di navbera Misilman û Xiristiyanan de, di nava hefteyekê de zêdetirî 600 kesan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkek yê Komîsertiya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) îro daxuyaniyek da û bîlançoya ku pesartî rêxistina Xaça Sor ya Efrîqa Navîn û Konseya Penaberan ya Danîmarkayê, di nava hefteyekê de di encama pevçûnên navbera olan de li Bangui’yê 450 kesan, li herêmên din ên welat jî 160 kesan jiyana xwe ji dest dane.
UNHCR’ê da diyarkirin ku, tenê li paytext Bangui’nê 159 hezar kes neçar mane koçber bibin. Hate ragihandin ku, ji vana li 40 sîteyên cûda, li derdora balefirgehan, li dêr û mizgeftan bicih bûne.
5’ê Kanûnê milîsên Parastina Cewherî yên Xiristiyan li dijî nuqteyên koma Selekan ya îskanyarên berê ku piraniya wan Misilman lê dijî û taxên Misilmanan êrîş danbûn destpê kirin. Li beramberî vê êrîşê koma Selaka bersivek bixwîn da. Hemû Xiristiyanên li paytextê jiyan dikin bûn hedef.
Piştî pevçûnan leşkerên Fransa xwest mudaxele bike. Ji bo vê NY destûr da û Fransayê operasyon da destpêkirin. Piranî li Bengui hezar û 600 leşker şandin.
Roja Duşemê yekîneyên Fransayê ji îsyankarên kevin destpêkir û operasyona bê çekirinê pêkanî. Lê belê di dema van operasyonan de milîsên Xiristiyan êrîşî civaka Misilman kir.
Li gorî UNHCR’ê tenê roja Pêncşemê milîsên Xiristiyan êrîşî Misilmanên gundê Bohong yê herêma Buarê kirin û 27 misilmanan jiyana xwe ji dest da.