Li dijî DAIŞ û Ahrar El Şamê li Elmanyayê operasyon
Li dijî DAIŞ û Ahrar El Şamê li Elmanyayê operasyon
Li dijî DAIŞ û Ahrar El Şamê li Elmanyayê operasyon
Li Elmanyayê, di operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û rêxistina Ahrar El Şam de gelek kes hatin binçavkirin û li dehan malan lêgerîn hat kirin. Piraniya kesên di operasyonê de hatine binçavkirin, bi berhevkirina alîkariyê ji bo van rêxistinan û şandina çeteyan ji bo Sûriyeyê tên sûcdarkirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Federal a Karlsruhe ve hat dayîn de, hat ragihandin ku du kesên li bajarê Aachenê hatin binçavkirin Kamel Ben Yahîa S. ê ji Tûnisê û Yûsûf G. ê welatiyê Rûsyayê ne. Hat diyarkirin ku kesên bi sûcdariya alîkariya ji bo çeteyên DAIŞ'ê hatine binçavkirin, di şandina ciwanekî 17 salî yê ji Elmanyayê ji bo Sûriyeyê, rol lîstine.
Hat ragihandin ku li gel du endamên DAIŞ'ê du kesên din jî bi awayekî demî hatine binçavkirin û nayê zanîn ku ev kesên mijara gotinê îro derkevin pêşberî dadger yan na.
Li aliyê din, Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) û daîreyên krîmînal ên eyaletan bi hev re li 7 eyaletan, li dijî alîgirên rêxistina Ahrar El Şam dest bi operasyonê kirin. Operasyon li eyaletê Nordrhein-Westfalen, Hessen, Baden-Württemberg, Hamburg, Rheinland-Pfalz, Sachsen û Schleswig-Holstein hatin meşandin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de li 13 malan lêgerîn hatiye kirin û tevahiya kesên mijara gotinê, gumanbarên sûcê "alîkarîdayîna ji rêxistineke terorê ya biyanî" ne.
Li gorî rayedarên BKA, ev kesên alîkariyê didin rêxistina Ahrar El Şam, tên sûcdarkirin ku 7 hezar 500 pêlavên leşkerî, 6 hezar yelek û 100 hezar gomlek ên nirxê wan 130 hezar euro ye, şandine Sûriyeyê.
Rêxistina Ahrar El Şam ku li dijî rejîma Sûriyeyê şer dike, heman demê de bi çeteyên DAIŞ'ê re ji bo serdestî û xwedî bandoriyê, şer dike.