Li dijî Artêşa Azad Zarokên Minbicê meşiyan

Li dijî Artêşa Azad Zarokên Minbicê meşiyan

Zarokên bajarê Minbicê yê giridayî Helebê li bajarê Minbicê li dijî Heyeta Şerîetê û komên çete ên Artêşa Azad meş lidarxistin. Zarokan di meşê de ji Heyeta Şerîetê û tabûrên Artêşa Azad xwestin ku ji dibistanên bajar yên kirine navendên leşkerî, derkevin. 

Bi sedan zarokên Minbicê yên xwendekar li dijî Heyeta Şerîetê û Tabûrên Artêşa Azad ên ku dibistanên bajêr ji xwe re kiribe biryargehên leşkerî meş lidarxistin. Zarokên bajar ji gelek taxan kombûn û ber bi dibistanên ku komên çete dagirkirine meşiyan. Zarokan riyên ketin û derketina dibistanan bi keviran û agir bi tayê maşînan xistin çûn û hatinê girtin. Xwendavanên dixwazin dibistanên ji aliyê Heyeta Şerîetê û tabûrên Artêşa Azad ku ev demeke wek biryargeh tên bikaranîn vala bikin.

Li aliyê din jî bi dehan zarok li ber Dibistana Şehîd Mihemed Beyrem ku Heyeta Şerîetê ya girêdayî Artêşa Azad ji xwe re kiriye biryargeh kom bûn daxwaza valakirina dibistanê ji wan kirin. Endamên Heyeta Şerîetê daxwaza xwendekaran red kir û da zanîn ku tu dibistan nayên valakirin û wê komên çekdar di cihê xwe de bimînin.

Hate hînbûn zarokan pankartên bi nivîsên ‘‘Rêjîm  li Şamê ye, ne di dibistanên me de ye, Beşar me dikuje, Eniya  El-Nusra me dike kafir, hûn dizin û Heyeta Şerîetê dibistanên me dibe.’’ vekiribûn û diruşmeyên li dijî Heyeta Şerîetê berz dikirin.