Li Dêrikê Tevgera Çandê şahiyek li dar xist

Tevgera Çand û Hunerê, bi çarçoveya çalakiyên meha çandê, şahiyeke li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a Dêrikê li dar xist.

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê bi çarçoveya meha çandê  bi diruşma "Bi çand û hunera demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi serkevin"  şahiyek li Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer li dar xist. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê Elî Hacî axivî û got, "Çand û huner nasname û dîroka gelan e. Ji ber vê yekê divê em çandê pêş bixin û bixin xizmeta şoreşa Rojava."

Hacî diyar kir ku Tevgera Çand û Hunerê bi çalakiyên xwe xizmeta şoreşê dike.

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê û hunermend Mihemed Cûdî ku endamê Koma Tolhildan a Hesekê ye stran gotin.

Beşdaran li ber stranan govend gerandin.