Li Denizlî qetlîama li Geverê hat şermezarkirin

Li Denizlî qetlîama li Geverê hat şermezarkirin

Meclisa Ciwanan a  BDP'ê ya Denizliyê bi armanca pirotestokirina qetilkirina Mehmed Reşîd Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel îşbîlîr yên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetil kirin, bi meşekê pirotesto kirin. 

Ciwanên meclisa BDP'a Denîzliyê, bi armanca şermezarkirina dû welatiyên bi navên Veysel Îşbîlîr û Mehmed Reşîd Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin meşek li darxistin û di dawiyêde daxuyanî xwendin. Gelek xwendekarên zanîngehê û rêveberên BDP'ê tevlî meşê bûn. Meşê ji taxa Esentepe despêkir heya semta bazarê berdewam kir. Di meşê de siloganên "Ey şehîd xwîna te erdê namîne", "Bîjî serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" gotin. 
Berpirsê BDP'ê û zanîngeha Pamukkaleyê Resul Dirî daxuyani xwend û qetilkirina welatiyên sivîl şermezar kir.