Li dagirkerên li Sîrê hate xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo diyar kir wan li qereqola Sîrê dane. Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 2 dagirkerên di çeperên de hatine cezakirin.

Yekîneya Tolhildanê  ya Şehîd Bedran Gundikremo di 3’ê Tebaxê saet di 15.30’an de li qereqola dewleta Tirk a dagirker a li Sîrêya Başûrê Kurdistanê da. Ev qereqol baregeha dewleta Tirk û navendeke MÎT’ê ye. Di çalakiyê de li çeperekê hate xistin û 2 leşkerên Tirk ên dagirker ên di çeperê de hatine cezakirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo got “Dewleta Tirk a dagirker û xayînên ku xizmeta wan dikin divê bizanibin ku li her bihosta Kurdistanê wê bibin hedefa me. Wê axa Kurdistanê ya pîroz ji dagirkeran re bibe goristan.”