Li Brezîlyayê 2 milyon mirov daketin kolanan
Li Brezîlyayê 2 milyon mirov daketin kolanan
Li Brezîlyayê 2 milyon mirov daketin kolanan
Li Brezîlyayê, xwepêşandanên li dijî zêdekirina bûhayê biletên otobusan, dijwariya polîsan û lêçûnên ne hêja yên kûpa cîhanê, li gelemperiya welêt deng vedidin. Nêzî 2 milyon kes doh li 100 bajarên welat daketin kolanan.
Gelê Brezîlyayê ku bi berxwedêrên Parqa Gezî re di heman rojan rabû ser piyan, kolanan vala nake. Bi armanca şermezarkirina zêdekirina bûhayê biletên otobusan, dijwariya polîsan, xizmeta nemaş a gelemperiyê, bêrêtî û lêçûnên ne hêja yên kûpa cîhanê, zêdeyî milyonek mirov doh daketin kolanên paytext Rîo de Jenarîo.
Li hemberî destwerdana tund a polîsan, girseyên gel bi keviran bersivê dan û li kolanan bend danîn. Ji ber êrişa polîsan, bi dehan kes birîndar bûn.
Xwepêşandan ne tenê li paytext Rîo de Janerîo, di heman demê de li 100 bajarên welêt dewam dikin. Li bajarê Sao Paûlo jî bi beşdariya 150 hezar kesî xwepêşandanek şermezarkirinê hat lidarxistin.
Hat ragihandin, di xwepêşandanên li Sao Paulo de, wesaîtekê bi ser benda çalakgeran ve ajotiye û di encamê de ciwanekî 18 salî jiyana xwe ji dest daye.
Wekî din, li bajarê Manaûs 100 hezar, li Recîfe 50 hezar, li Belo Horîzonte û Salvador jî 20 hezar kes daketin kolanan.
Yek ji pêşengên çalakiyan Paûlo Henrîque yê 24 salî got, "Brezîlya rabû ser piyan. Ciwan û karker daketin qadan. Têkoşîneke nû didin destpêkirin. Em dîroka vî welatî diguherînin. Emê polîtîkayeke nû ya dengê mirovan lê tê bihîstin, biafirînin."
Li gorî agahiyan, li Belem û Campînasê jî pevçûnên dijwar diqewimin.