Li Bombayê hêjmara miriyan giha 45’an
Li Bombayê hêjmara miriyan giha 45’an
Li Bombayê hêjmara miriyan giha 45’an
Li bajarê Bombay ê Hindistanê di avahiya roja Înê rûxiya de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn giha 45’an.
Li Bombayê hêjmara miriyan zêde dibe. Li gorî Şaredariya Bombayê di avahiyê de peywirdarên şaredariyê û malbatên wan diman. Di vê avahiya 30 salî de, di nîva salê de jêre hatibû gotin bila avahiyê terk bikin. Lê li gorî rayedarê şaredariyê Xebale Patîl avahî nehate vale kirin. Rayedar derbarê çima avahî bê valekirin jî ti daxuyanî neda.
Li gorî bîlançoya nû, di avahiyê de 45 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî ajansa nûçeyan ya Hindistanê PTI’yê; rêxistina parastina mafê welatiyan daye diyarkirin ku, beriya karesatê li qada zemînê xebat dihate kirin û giliyê sûc kir.
Xirab bûna avahiyan li Hindistanê bû pirsgirêkekî netewî. Li Bombay û banliyonên wê di meha Nîsan-Hezîranê de di encama xirab bûna 5 avahiyan de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest da. Di meha Nîsanê de avahiyek xirab bû û 74 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev qeza didin diyarkirin ku, qelîteya înşaatan xirabe û zagonên bajarvaniyên têne binpê kirin.