Li Bexdayê êrîş: 24 mirî
Li Bexdayê êrîş: 24 mirî
Li Bexdayê êrîş: 24 mirî
Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama rêze êrîşên îro danê sibê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên nexweşxane û ewlekariyê, saet li dora 07:30 li taxên Şîan 6 jê bi wesayîtên bombebarkirî herî kêm 7 êrîş rûdan.
Êrîşên mijara gotinê li taxên paytext Bexdayê Karrada, Şaab û Sadriye pêk hatin. Li taxa Azamiye ya li bakurê paytext Bexdayê jî, ku piraniya şêniyên wê Sunî ne, wesayîteke bombebarkirî teqiya.
Di êrîşan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşan negirtiye ser milê xwe.
Di rêze êrîşên roja Yekşemê de jî 21 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, di bûyerên dijwariyê yên roja Sêşemê de jî 8 kes bûbûn qurban.
Li Iraqê di mehên dawî de êrîşên dijwariyê zêde bûn. Ji destpêka salê û vir ve di bûyerên dijwariyê de zêdeyî 5 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di meha Cotmehê de 964 kesan jiyana xwe ji dest dan. Meha Cotmehê, ji Nîsana 2008'an û vir ve bû meha herî bi xwîn.