Li Bergstrasseyê ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Bergstrasseyê ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Bergstrasseyê ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Eyaleta Almanyayê Hessenê li Bergstrasseyê ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn. Habîp Kaplan (Rahman), Hamza Rojava, Muzaffer Yilmaz (Doğan) yên di Cotmeha sala 1993’an de li gel Hesan Çetînê(Hamza Urga) ku di sala 2003’an de li di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayîn li Bergstrasseyê ya girêdayî Elaleta Almanyayê Hessenê hatin bîranîn.
Bi sedan kesên ku tevlî biranînê bûyîn ji bo kesên di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayîn deqeyekê rêz girtin.
Piştî ku bîografiya şoreşgerên meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dayî hatin xwedin, Birayê Habip Kaplan axivtinek kir û da diyar kirin ku piştî salan bîranînên wiha gelen watedarin û got: “ Tevgera Rizgariya Kurdistanê, tevgerekî ya şehîdane. Piştî salan bîranîna şehîdan şahidiya vê yekê dike.”
Axivtina li ser navê komîtaya Şehîdan jî hatî kirin û wiha ye: “Her yek ji şehîdên Kurdistanê ji bo gelê Kurd çavkaniya jiyanê ye. Ji bo rumeta azadiyê şerdike, ji bo yên şehîd dikevin pêwiste xwedî lêderkevîn.”
Hat ragihandin ku bi piştgirî kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê şansê serkeftinê hîn zêdetir bibe. Bîranîn piştî axivtinan bi dawî bû.