Li balafirgeha leşkerî ya Şamê êrişa bombeyî
Li balafirgeha leşkerî ya Şamê êrişa bombeyî
Li balafirgeha leşkerî ya Şamê êrişa bombeyî
Li paytexta Sûriye Şamê, li hemberî balafirgeha leşkerî êrişeke bombeyî pêk hat û tê gotin di encama êrişê de gelek mirî û bi dehan birîndar hene.
Hat ragihandin, teqîn li nuqteyeke kontrolê ya nêzî balafirgeha leşkerî ya li Mazzeh a li rojavayê Şamê rû da.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê da xuyakirin, ku di teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, lê hejmareke zelal negihaştiye destê wan.
Li gorî agahiyan herî kêm 20 leşker jî, di bûyerê de birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye, balafirgeha leşkerî ya mijara gotinê ji aliyê yekîneyeke taybet a artêşê ve tê parastin û li serê vê yekîneyê jî birayê Esad Mahîr Esad heye.
Li paytext Bexdayê di 2 êrişên dawî yên bombeyî de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûbûn.