Li Awûstûryayê encamên misoger ên hilbijartinê aşkera bûn
Li Awûstûryayê encamên misoger ên hilbijartinê aşkera bûn
Li Awûstûryayê encamên misoger ên hilbijartinê aşkera bûn
Li Awûstûryayê encamên ne fermî yên hilbijartinên giştî, bi jimartina dengên li sindoqên cuda û dengên bi rêya nameyan hatin bikaranîn, fermî bû. Li gorî encamên misoger hejmara parlamenterên partiya Keskan û rastgiriya navendî zêde bûn, hejmara parlamenterên çepgiriya navendî û rastgiriya radîkal, kêm bû.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, di hilbijartinên giştî yên 29'ê Îlonê de rêjeya beşdariya li hilbijartinan ji sedî 74,91 e. Ji 6 milyon û 384 hilbijêran 4 milyon û 780 hilbijêr çûn ser sindoqan. Beşdariya li hilbijartinan, di asta herî nizm de ma.
Welatiyên dûrî herêmên xwe yên hilbijartinê bûn bi rêya nameyan dengê xwe bikar anîn û bi jimartina van dengan re, encamên nû hatin aşkerakirin. Li gorî vê yekê hevalbendê herî mezin ê koalîsyona li deshilatdariyê Demokatên Sosyal (SPO) bi rêjeya ji sedî 26,82'an bû partiya yekemîn, lê li gorî hilbijartinên 2008'an ji sedî 2,44'ê pûanên xwe winda kir. Hevalbendê koalîsyonê rastgira navendî Partiya Gel a Awustûryayê (OVP) ji sedî 23,99'ê dengan stend û li gorî hilbijartina bihurî 1,99 pûan winda kir.
Rastgiriya Radîkal Partiya Azadiyan a Awûstûryayê (FPO) bi 2,97 pûanên zêde ji sedî 20,51'ê dengan stend. Dîsa Partiya Keskan (Grune) bi 1,99 pûanên zêde ji sedî 12,42'ê dengan bi dest xist.
Partiya Karsaz Frank Stronach a bi navê Team Stronach di hilbijartina xwe ya yekemîn de bi rêjeya ji sedî 5,73'an û rêxistinbûyîna nû ya lîberal a bi navê (Neos) Awûstûryaya nû bi rêjeya ji sedî 4,96'an ketin Meclîsa Awûstûryayê (Nationalrast).
Ji partiyên rastgiriya radîkal Partiya ji bo Awûstûryayê Pêşeroj (BZO) bi rêjeya ji sedî 3,53'an benda ji sedî 4'an a hilbijartinê derbas nekir. BZO di hilbijartinên dawî de ji sedî 10,7'ê dengan wergirtibû.
DENGÊN BI NAMEYAN BI KÊRÎ KESKAN Û OVP HATIN
Bi temambûna jimartina 535 hezar dengên bi rêya nameyan hatin bikaranîn û 30 hezar dengên li lokalên cuda hatin bikaranîn re, parvekirina kursiyên parlamentê diyar bû. SPO di şûna 53 parlamenteran de 52, hevalbendê koalîsyonê OVP jî di şûna 46 kursiyan de 47 bi dest xistin.
Rastgirê radîkal FPO yek ji partiyên di dengên bi rêya nameyan de winda kiriye. Kursiyên FPO ji 42'an daket 40 kursiyan. Hejmara kursiyên Keskan jî ku beriya niha weke 22 hatibû aşkerakirin, derket 24'an. Team Stronach 11 û Neos jî 9 kursî qezenç kirin.
Siyasetmedara Kurd Aygul Bêrîvan Aslan a bi lîsteya Keskan beşdarî hilbijartinan bû, maf wergirt ku beşdarî Nationalrat bibe.
Hevalbendên koalîsyonê SPO û OVP bi giştî ji sedî 51'ê dengan stendin û bi vî rengî rêjeya herî kêm a dengan a ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve stendin. Rêjeya dngên rastgiriya radîkal û siyasetmedarên populîst zêde bû.