Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê kedîvanên kevokan di 15'ê kanûnê de mihrîcana pêşbirka kevokan ya 4 mehan destpê bike, dan despêkirin. Kevokvan, kevokan dixin qafesan û li dervê bajar berdidin ezmanê şîn. Welatiyên ku kevokên xwe li derve berdidin, ger ku kevokê wî bi refê herî mezin vegere lîsa xwe ew bi ser dikeve.
Li Amed, Riha, Bîrecîk û Mêrdînê her sal pêşbirga fira kevokan pêk tê. Îsal jî li Amedê mihrîcana kevokan ku 4 mehan bidome destpê kir. Mihrîcana kevokan ya Amedê ku 4 mehan berdewam bike di 15'ê kanûnê de destpê kir.
Kevokvanê li navçeya Rezan û Yenîşehirê ya Amedê kevokan xwedî dikin, piştî demsala havînê kevok baş xwedî kirin, di vê demsalê de kevokên xwe derdixin firê. Mihrîcana pêşbirka fira kevokan ya Amediyan di 15'ê kanûnê de destpê kir.
Welatiyên ku demsala havînê 2-2.5 mehan kevokan bi xwarin û êmê taybet xwedi û kedî dikin, amadekariya pêşbirka weşandinê dikin. Di pêşbirkê de her welatiyên beşdari pêşbirga kevokan dibin, bi sedan kevokan dixin qafesê û li dervey bajar serbest berdidin. Kevokên ku li dervê bajar serbest tên berdan, dema vedigerin malê, yên kijan kevokvanî zêde vegerin ref û lîsa xwe, ew welatî bi ser dikeve. Pêşbirka kevokan 3-4 demsalan berdewam dike.
PIŞTÎ DEMJIMÊR 15.00'AN HER KES LI SER BANIYANE
Kevokvanê bi navê Ekrem Onder ku tevlî pêşbirkê dibe û di heman demê de kavokan xwedî dike ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku, kesê beşdarî pêşbirkê dibe, her roj kevokan perwerde dike û bi şev û roj bi wan re dixebite. Onder ku di nava kevokvanan de wekî "Bekirê Îhalevan" tê nasîn li kawxenayenan kevokan bi rêbaza îhaleyê difiroşe. Onder anî ziman ku, ji her îhaleyê ji sedî 10 para xwe digire û wiha got: "Ez serê her îhaleyê ji sedî 10 para xwe digirim. Her êvar ez 200-250 TL pere qezenç dikin. Hin caran heta 2 hezar TL ez îhale qezenc dikim. Nêzî 250 kevokên min hene. Ez 6 mehan kevokan xwedî dikim. Ez her salê nêzî 2 ton gemin dikim êm û didim kevokan. Ez torbeyên genim yê 50 kîlo her torbeyekî 35 TL distînim. Ez 5-6 kesan li gel xwe didim xebitandin. Di demjimêrên 15.00'an de her kes derdikevin ser baniyan û kevokan perwerde dikin.
4 CUREYÊN KEVOKAN HENE
Welatiyê bi navê Hasan Huseyin Tugcu yê 44 sali jî diyar kir ku, li Amedê nêzî 600 salin çanda xwedîkirina kevokan heye û wiha got: "4 cureyên komên kevokan hene. Ev kom ji 23 cureyan pêk tên. 4 komên sereke yên kevokan hene. Komên sereke Gogsuak, Ketme, Kizilbaş û Îçagli hene. Koma Gogsuak jî ji cureyên Atlas, Narinci, Cîgerî, Gokela, Kurenk, Zeytunî. Koma Kizilbaş ji cûreyên Karabaş, Saribaş, Kizilbaş, Mavibaş û Zeytunîbaş. Koma Îçagli jî ji cureyên Zengî, Tahînî, Gumuşkuyruk, Kara, Miski û Yusufî pêk tê. Bihayê cureyên Tugcu,heta 500-2 hezar TL tê firotin. Welatî bi vî rengî sitresa xwe ji ser xwe davên û ev yek ji xwe re kirine çand û hobiyek.