Li Afganîstanê êrişa întîharî: 6 mirî, 30 birîndar
Li Afganîstanê êrişa întîharî: 6 mirî, 30 birîndar
Li Afganîstanê êrişa întîharî: 6 mirî, 30 birîndar
Li paytexta Afganîstan Kabîlê, di encama êrişeke întiharî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.
Piştî du mehan, îro danê sibê li paytexta Afganîstan Kabîlê êrişeke întiharî ya wesaîta bombebarkirî rû da. Berrdevkê polêsên Afgan Haşmet Stanîksaî daxuyaniyek da AFP'ê û diyar kir, ku êrişa bi wesaîta bombebarkirî li dijî karwaneke leşkerên NATO'yê pêk hatiye. Berdevkê artêşa NATO'yê ISAF jî ragihand ku wan berî êrişê îxbar girtine, lewma di bûyerê de wendahiyên wan nebûye.
Hat ragihandin ku, di êrişa întiharî ya wesaîta bombebarkirî de 2 jê zarok 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûne. Ji ber êrişê 10 xaniyên derdorê jî ziyaneke mezin a maddî dîtin.
Li paytext Kabîlê herî dawî di 9'ê Adarê de li dijî Wezareta Parastinê êrişeke întiharî ya bi wesaîta bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.