Li Şêxmeqsûdê Belgefîlma Şehîd Nûjiyan Erhan hat nîşan dan

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê belgefîlma derbarê Şehîd Nûjiyan Erhan a sala 2017’an de di encama êrîşa hêzên PDK’ê li ser Xanesora Şengalê şehîd bûbû hat nîşan dan.

Belgefîlm li salona civînan a li taxa Şêxmeqsûd ku bi wêneyên şehîd Nûjiyan hatibû xemilandin, hate nîşandan.

Endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û endamên Tevgera Kevana Zêrîn di merasîmê de amade bûn.

Beriya belgefîlm bê nîşandan, di derbarê belgefîlmê de Jînda Esmen li ser jiyana şehîd Nûjiyan û têkoşîna wê li çiyayên Kurdistanê axivî. Di derbarê armanca belgefîlmê de Jînda anî ziman ku 2019’an bi beşdariya Ferîde Zade û Zinarîn Zinar dest bi derhêneriya belgefîlmê kirin û 2021’ê bi dawî bû. Li ser vê spasiya gelê Şengalê û Rojava û Mexmûrê kir ku di amadekirina vî belgefîlmê de alîkarî da wan.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan dema hêzên PDK’ê êrîşî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin dişopand, 3'yê Adara 2017'an birîndar bûbû. Erhan ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê 22'yê Adarê şehîd bûbû.

Piştre belgefîlmê ku saetekê û 14 deqeyan dirêj kir, hate nîşandan.

Beşdaran dûvre dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.

Tê payîn ku Tevgera Kevana Zêrîn bi hevkariya Şîrketa Nûjiyan du rojan vê belgefîlmê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan bidin.