Leşkerên Îsraîlê Filistîniyek kuştin

Leşkerên Îsraîlê Filistîniyek kuştin

Leşkerên Îsraîlê roja pêş du kesên ku nîzî dîwarê parastinê yê sinorê Şerîda Gazze bûn gule baran kirin. Di boyerê de Filistîniyekî jiyana xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.

Berdevkê Daireya Çapemeniya Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê boyer piştrast kir û wiha got: “Du kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ketin nav herêma qedexe ya parastinê a li bakurê Şerîda Gazzê. Leşkerên ku hatin cihê boyerê li wan gule reşandin, herî kêm gule bi kesekî ketine.”

Wye-net ya nûçeya înternetê ya Îsraîlê diyar kir ku yek ji wan Filistîniyan li cihê boyerê jiyana xwe ji dest daye û yê din jî ji aliyê leşkeran ve hatiye desteser kirin.

Li aliyê din jî nayê zanîn ka Filistîniyên ku nêzî dîwarê parastinê bûne bi çekin an ne. Li gorî Wye-net diyar kirî, dibe ku wan kesan xwastibe madeyên teqemenî danin ser dîwarê parastinê. Lê belê hîna ev ne hatiye piştrast kirin.