Lêkolîna navneteweyî: Kurdî herî kêm 1500 salî ye

Lêkolîna navneteweyî: Kurdî herî kêm 1500 salî ye

Koma zimanzanan a navneteweyî, ya ku aşkere kir ku zimanên ji malbata Hînd-Ewropayê ji Anatolya û Mezopotamyayê belav bûne, ragihand ku Kurdî herî kêm 1500 sal berê ji zimanên din cûda bûye. Komê li ser 100 peyvên ji Kurdî girtin, lêkolîn kirin û encamên lêkolîn ji ANF’ê re şandin. Serokê Koma Lêkolînê, ji Zanîngeha Auckland a Zelandaya Nû Reco Bouckaert diyar kir ku Kurdî herî zêde nêzîkê Belucî ye.

Kurdî: min/ez, Farsî: man, Hindî-Ûrdûyî; maim, Peştuyî: ze, zimanê herî kevin ê Hind-Ewropayê Sanskirîtî: aham, Romanî: me, Pencapî: main. Peyvên Kurdî û Înglîzî yên pir nêzî hev ev in: 'tu': 'thou', gir: big, meh: moon, baran: rain, germ: warm, nû: new, nav: name.

Li gorî lêkolînê bi taybet peyva “Stêrk” an jî “stêr” a Kurdî, di Înglîzî de “Star” û di hemû zimanên Hind-Ewropayê de xwedî heman wateyê ye, di Kurdî de tenê li şûna tîpa “a”, “ê” bi cih bûye. Zimanzanên cîhanê, ji vê şibandina zimanan dest bi lêkolînê kirin û der barê kola vî zimanî de tezên nû anî rojevê.

Zimanzanên cîhanê ji bo malbatên zimanên Hînd-Ewropa ku Kurdî jî di nav de ye, teoriyeke nû anîn rojevê. Beriya niha dihat gotin ku zimanên Hind-Ewropa ji stepên Rûsan belav bûne, lê di encama lêkolîna komek lêkolînerên navneteweyî de aşkere bû ku ev malbata zimanan ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne. Serokê Koma Lêkolînê ji Zanîngeha Auckland a Zelandaya Nû Reco Bouckaert encamên lêkolînê ji ANF’ê re şand.

JI KURDÎ 100 PEVY HATIN GIRTIN

Bouckaert ragihand ku ji Kurdî 100 peyv hatine girtin û bi zimanên din re anîne ber hev û diyar kir ku hemû peyv di hewzek a agahiyan de hatine komkirin. Bi ya Bouckaert Kurdî herî dişibe nêzîkê zimanê Belûcî yê ku li herêmên weke Pakîstan, Efxanîstan û Belûcîstanê tê axaftin.

Di lêkolînê de tê diyarkirin ku Kurdî herî kêm beriya 1500 salan ji zimanên din cûda bûye û tê ragihandin ku mirov dibîne ku Kurdî, bi koma zimanên Îranî yên beriya 3 hezar salan û bi zimanên Avestayê yên 4 hezar sal beriya niha, re dibin yek. Di nexşeya ji bo 103 zimanan, ku zimanên wenda bûne jî di nav de ne, tê dîtin ku Kurdî ji bilî Kurdistanê, li Anatolya û Ermenîstanê jî tê axaftin.

JI BO PEYVAN RÊBAZA DNA HAT KARANÎN

i gorî lêkolînê, malbata zimanan a ku ji zimanên sereke yên Rojhilata Navîn Kurdî, Farsî, Ermenî û zimanên mezin ên cîhanê yên weke Înglîzî, Almanî, Frensî, Spanî, Hindî, Portekîzî, Rûsî û Îtalî pêk tê teoriyeke nû hate pêşxistin. Di lêkolînê de, DNA’yên ji gelên cûda û peyvên ji zimanên cûdaanîne beramberê hev û tê diyarkirin ku ev ziman ji ber cotkariyê belav bûne.

Mirovên bi vî zimanî diaxivin, ji ber peydakirina herêmên nû yên çandiniyê li gelek herêmên cûda yên cîhanê belav bûn. Vê teoriya nû, berevajiya yek ji zimanzanên navdar ên cîhanê Marija Gibutas di sala 1952’yê ne. Zimanzana Lîtvanyayî, ji peyva “korûgan” a tê wateya “gora girik” dest pê kir û teoriya bi navê “hîpoteza Kûrgan” pêş xist û bi vî awayî koka zimanên Hind-Ewropayî digihand Rûsyayê.

Li gorî wê, beriya 5-6 hezar sal, koçberiya ji başûrê Rûsyayê ber bi Ewropa û Rojhilata Navîn ve dest pê kir. Piştre teoriya bi navê jî modela “Kûrgan” di nava çend salan de ji aliyê gelek arkeolog û zimanzanan ve hate qebûlkirin. Lê niha, ji bo vê malbata zimanan a ku ji zimanên sereke yên Rojhilata Navîn Kurdî, Farsî, Ermenî û zimanên mezin ên cîhanê yên weke Înglîzî, Almanî, Frensî, Spanî, Hindî, Portekîzî, Rûsî û Îtalî pêk tê teoriyeke nû hate pêşxistin. Ji zimanzanên zanîsta ziman a Zanîngeha Auckland a Zelendaya Nû Remco Boutkaet jî diyar kir ku ev teoriya hatiye pêşxistin pir girîng e û dibe teoriya Marija Gimbutasê ji holê rabike.