Kurd li Viyanayê tevlî Festîvala Dengê Gel bûn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê zêdeyî nîv sed sal e her sal bi kevneşopî Festîvala Dengê Gel tê lidarxistin. Kurd jî tevlî festîvalê bûn.

Festîval yekemcar di sala 1946'an de bi pêşengiya rojnameya 'Volksstimmenfest' (Dengê Gel) a ser bi Partiya Komunîst a Awûstûryayê hate lidarxistin. Sala 2004'an ne di nav de festîval her sal bi rêk û pêk hate lidarxistin.

Festîvala ku dawiya meha Tebaxê, destpêka meha Îlonê tê lidarxistin, xwedî naverokeke xiyasî ye.

Ji çand û rengên cuda mêvan tevlî festîvalê dibin. Kurd jî beşdarî festîvalê bûn û polîtîkayên faşîzan ên desthilatdariya AKP-MHP'ê, her wiha desteserkirina şaredariyan xistin rojevê.

Di festîvalê de ku pêr destpê kir û du rojan dewam kir, bi navê FEYKOM'ê standa agahdarkirinê hate danîn. Her wiha ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst zêdeyî hezar îmze hatin komkirin.