Kurd dê careke din bigihin saziyên xwe ên çandî ên demê Sovyetê?

Kurd dê careke din bigihin saziyên xwe ên çandî ên demê Sovyetê?

Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn ku bi endamên kûlîba nîqaşê a Valday bû, got pêwîste di mijara kême netewan de ezmûnên Sovyetê bêne pêkanîn.
Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn got, ew alîgire ku di mijara parastina nasnameya netewî ya gelên “biçûk” de ezmûnên Yeketiya Sovyetê bikar bîne.

Pûtîn wiha axivî: “Min dît ku, di dema Sovyetê de bi awayek pir hesas nêzî vê mijarê bûne. Hema bêje her gelek ê biçûk xwediyê matbûayekê bû, ziman û wêjeya wan dihate parastin. Di vê wateyê de pêwîste piraniya pêkanînên berê bînin û bixin meriyetê.”

Piştî axaftina Pûtin tê mereqkirin ku dê mafek çawa bidin kême neteweyan.

Kurdên di nava sinorên Sovyetê de dê raste rast ji van pêkanînan bandor bibin. Di salên 1920’an de dibistanên Kurdî têne vekirin, piştre radio û rojnameyên weşana Kurdî dikin têne avakirin. Yeketiya Nivîskarên Kurd, beşên Kurdolojî, wêje, dîrok û zimanê Kurdî ên di Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê de berhemên wê demê ne.
Piştî ku Yeketiya Sovyetê têkçû bi deh hezaran Kurd koçî deverên cûda ên Rûsyayê bûn û kolonî avakirin. Ji vana Kurd li Komara Xweser Adigey, Azinke ya Saratov û hinek herêmên Tambovê jiyan dikin. Weke din jî Kurd belavî Sîbîrya heya hinek bajarên Asya Navîn bûne.

Her çendî ku Kurdan mafê Otonomiya Çanda Kurdî naskiriye jî, alîkariyekî aborî jêre nake. Eger niha weke di dema Sovyetê de maf ji kêmeneteweyan re bê dayîn, dê Kurdên di Federasyona Rûsyayê de jiyan dikin gelek mafên weke dibistanên Kurdî û girîng bidest bixe.