Kurd bi rengê xwe tevlî festîvala navneteweyî ya li Tambovê bûn

Kurd bi rengê xwe tevlî festîvala navneteweyî ya li Tambovê bûn û hêjayî xelata xurtkirina dostaniya gelan hatin dîtin.

Li herêma Tambovê ya Rûsyayê bi navê "Tambov mala me ya hevpar e" festîvaleke navneteweyî hate lidarxistin.

Festîval di 3'ê Îlonê Roja Dostaniya Gelan de li salona Şanoyê ya Drama ya Tambovê pêk hat.

Ji hemû navçeyên Tambovê kom û hunermend tevlî festîvalê bûn.

Rûs, Belarûs, Kurd, Ûkraynayî, Kazax, Çîngene, Ermen û Tabasaran bi rengê xwe beşdarî festîvalê bûn.

Bi navê gelê Kurd, koma govendê ya Barîn ku ji navçeya Pervomaîskê ye, cihê xwe di festîvalê de girt.

Di dawiya festîvalê de ji hemû beşdaran re xelat hate dayin.

Nûnerên Kurdan jî hêjayî xelata xurtkirina dostaniya navbera gelan a li Tambovê hatin dîtin.